EWLEKARÎ, PIŞTGIRÎ Û HÊZA KU BÊHTIR DAXWAZ BIKE

Kommunal yek ji mezintirîn sendîkayên Swêdê ye. Piraniya endaman li sektora refaha civakî dixebitin. Kommunal bo jiyana xebateke ewletir û dadperwer dixebite – da ku hûn mûçeyeke bilindtir werbigrin, saetên we yên xebatê çêtir bin û jîngeha xebata we ya xweş û baş be.

Sex personer i olika typer av arbetskläder står bredvid varandra och ler in i kameran.
Foto: Kommunal

Kî dikare tevlî bibe?

Kommunal ew sendîka ye ku bo ew kesên ku li şaredarî û herêmê, li dêrê, li sektora fikrî, çandinî yan jî li şirketên taybet (ku bo şaredarî yan herêmê dixebitin) dixebite. Hûn dikarin tevlî bibin bêyî ku hûn karmendekî daîmî, demkî, demsalî yan vîkarîe ne. Heger hûn li yek ji pîşeyên Kommunal’ê xwendekar bin, tenê bo we endametiyeka xwendekar a taybetî heye

Bild på Malin Ragnegård utomhus.
Malin Ragnegård, Serokê Yekîtiyê yê Kommunal’ê
Foto: Kommunal.

Bibin beşek ji guhertina ku hûn dixwazin bibînin

Ez hêvîdar im ku hûn dixwazin bi min re doza hevpar bikin û beşdarî Kommunal'ê bibin. Em tevgereke qenc in kui zêdetir ji nîv mîlyon endamên me hene ku dixwazin mûçe û şert û mercên xebatê çêtir bikin. Bi saya ku em gelek in, em hêzek in ku li cîhê kar, li ser maseya danûstandinan û di siyasetê de hesabê me tê kirin. Min her gav hîs kiriye ku heger li kar de tişteke xelet biqewime, Kommunal ji bo min ciyekî ewleh e. Û nexasim jî Kommunal bû dibistana min ku çawa cûdahiyek çêdibe û em bi hev re xwedî kîjan hêza mezin in.

Bi xêr hatî!

Malin Ragnegård, Serokê Yekîtiyê yê Kommunal’ê

TU VAN HEMIYAN LI ENDAMETIYÊ WEDIGIRÎ!

  • Alîkarî û ewlehiya li ciyê kar

    Wekî endamê Kommunal’ê, heger tiştek li ciyê kar biqewime, hûn ji pisporên me şîret û piştgirî werdigirin. Peymana kolektîfî şert û mercên girîng ên xebatê birêkûpêk dike, û heke krîzek hebe û hewcedariya we bi alîkariyê hebe parêzerên me amade ne. Wekî din, hûn dikarin nihêrîneke baş derbareyê tiştên li rewacê ye werbigirin ji ber ku em pîşeya we û branşa we dizanin.

  • Mûçe û betlaneyê kontrol bikin

    Dixwazî bizanibî ka meaşê te rast e? Em ji we re dibin alîkar ku hûn pîvanên mûçe, pêşkeftina mûçe, peymanên kolektîfî û tiştên din ên ku bandorê li ser mûçeya we dikin bişopînin, da ku hûn di karê nû de ji hevpeyvîna mûçeyê an li bûwara danûstandina mûçeyan bêhtir sûdber bin. Hûn di pirsên derbareyê betlaneya xwe jî piştgirî distînin!

  • Sîgorte (temînat) li nav endametiyê ye

    Wek endamê Kommunal’ê, hûn dikarin bi navgîniya pakêta sîgorteya me ya bi avantaj 417 kron/mehê teserûf bikin.

    Di endamtiyê de ev hene:

    • Sîgorteya malê
    • Sîgorta qezayê
    • Temînata hatinê (ku A.kassa (temînata bêkariyê temam dike)
    • Sîgorteya jiyanê
    • Sîgorta jiyanê ji bo zarokan
  • Bêhtir pere di hesabê de maye

    Hûn li ser pêşveçûna mûçeya xwe şîretan distînin û ev yek bandoreke erênî li ser mûçeyê we dike. Di gel vê yekê jî, hûn dravên xwe zêde serf nakin li ser endametiyê û temînatan gava hûn endam bin.

  • Em bo şert û mercên baştir hewlê didin

    Em bi hev re li branşên xwe şert û mercên xebatê yên çêtir peyda dikin. Em her weha li mijarên ku me eleqedar dikin, wek hanîna hevkarên nî û mûçeyên wekhev, bandorê li siyasetmedaran jî dikin. Her weha hûn piştgirî distînin da ku li cîhê kar di gel hevkarên xweli ser mijarên we yên girîng bandor bikin.

  • Bêhtir hîn bibin

    Bi qursên me yên perwerdehiyê (yên ku yan dîjîtal an jî bi hevdîtinên fîzîkî ne) hûn dikarin her tiştê ku derheqê mafên we de we pêwîstî pê heye ku hûn bizanin û hûn çawa dikarin li ser xebatê bêhtir bandor bikin, fêr dibin. Her weha hûn dikarin şabaşa (bûrsa) perwerdehiyê bistînin ku tê vê wateyê ku hûn dikarin wextê xwe bidin.

TÊBÎNÎ: Hûn dikarin her meh çend sed kronan hilînin!

Wekî endam, bo we gelek pêşkêşkirin û tenzîlatên cihêrengtêne kirin, wek ji derfeta sporê, teknîk û sefer ta beşdarbûna şahiyan. Wekî din, hûn kovareka endametiyê ya bêkêmasî, deynên bi avantaj ên bo endaman, heger pêwîstî hebe, alîkariya dadrêsî jî werdigirin û hûn di heman demê de digihîjin amûra şêwaza jiyanê ya Balance & Balans & Hälsa 3

Hevkarekî bikin endam - karteka diyariyê bistînin

Dema hûn hevkarên xwe dikin endam, hûn dikarin ji bo her endamekî nû, ji kartên diyariyê bi nirxê 200 kronî yên cûrbecûr bo xwe hilbijêrin! Bêhtir li ser vê malperê bixwînin kommunal.se/kollega

Rewşê kontrol bikin? Bibin ombud (hevkar)!

Ma hûn û hevkarên wehûn dixwazin li cîhê kar tiştekê biguherin? Ma bername/şema li we nayê? Ma we pêlavên xebatê hewce ne? Ma pêwîstî bi kadroyên çêtir heye? Hûn û hevkarên xwe ne ku hûn dizanin ka çi li cîhê kar dixebite, û çi naxebite. Wek nûnerê kar, baweriya hevkarên wek nûnerê sendîkayê bi we heye û hûn hevgirêdana li navbera hevkaran, karsaz û Komunal’ê ne. Hûn, bi hevkarên xwe re, dikarin cûdahiyek peyda bikin Bi rastî.

Daxistin (tenzîlat) li ser mafê endametiyê!

Dema ku hûn bi autogiro’yê rasterast pere didin, hûn herzaniyeke xêrxwaziyê distînin: hûn ji bo du mehên pêşîn tenê 80 kronî didin. Paşê hûn li gorî mûçeya xwe mehaneyekê didin. Bêhtir li ser vê malperê bixwînin kommunal.se/rabatt

Ma hûn an hevkarek we hûn dixwazin li ser endametiyê bêhtir zanibin?

Wê gavê hûn dikarin ji me re telefon bikin an jî bi e-maîl’ê pirsên xwe ji me re bişînin. Her weha hûn dikarin ji 71140’ê re SMS’ekê bişînin bi peyva ‘’Tipsa ‘’ û li dû wê valahiyekê. Paşê navê xwe,hejimara mobîl û navnîşana e-maîl’a xwe binivîsin û ew dema ku we diVê em gazî we bikin, têde diyar bikin. Em ê li nav demeke kurt, her gav di nav rojeka heftiya kar de vegerin we!

Bi hev re em bihêztir û ewletir in

Ji bo şert û mercên çêtir, mûçeya çêtir û bêhtir ewlehî. Tevlî me bibin ku jiyana xebatê ya pêşerojê ava bikin.

îro bibin endam!

Dela sidan

Kontakta Kommunal

Har du frågor om medlemskap eller behöver du hjälp i något som rör ditt arbetsliv? Ring, så hjälper vi dig!

010-442 70 00Öppettider och andra kontaktvägar