Ev sendîkaya Kommunalê ye - Det här är Kommunal (kurmanji / krmanji)

Zêdetir ji 500 000 kesan endamên Kommunalê ne. Em di 230 pîşeyên cuda de hene û em stûna refahiyeta Swêdê ne. Em karên giring û xweş dikin û pê serbilind in.

Hejmara me ya zêde gelek qezencan dide te. Şebekeyeka parastinê ya fireh, zanîna civandî û hêza peydakirina guherînê bi dest te dikeve. Bi gotineka din, pêşdeçûneka zêdetir, haydarbûneka zêdetir û ewlehîyeka zêdetir ji te re peyda dibin.

Endamên ku di Kommunalê de ne sexbêrîya pîran dikin, xwarinê ji şagirdên dibistanan re çê dikin û li zarokxaneyan û cihên demvalahîyê çavê xwe didin zarokên. Em otobusan diajon, agiran vedimirînin, rojin û pixêrîyan ji tenîyê paqij dikin û ambulansan diajon. Dîsan em in yên ku çavdêrîya heywanên baxçeyên heywanan dikin, sexbêrîya giyayê meydana golfê dikin makîneyên dirûnê li kêlgehê gundan diajon.

Kommunal ji bo endaman e

Kommunal di bazara karî û civakê de çavê xwe dide berjewendîyên endaman. Kardarîyên baş, jîngeheka karî ya baş û tesîrkirin di karî de heqê her kesî ye. Em dixebitin jî ku heqê endaman hebe ku bixwînin û di pîşeyên xwe de bên pêde birin.

Karê navneteweyî

Kommunal dixwaze tesîrê li ser şertên karî li beşên din yên cîhanê bike. Em vê xebatê bi hev re li gel sendîkayên navneteweyî dikin û bi rêya - bo nimûne - hewildana ku tesîrê li ser biryarên ku Yekîtîya Ewropayê dide dikin.

Bibe endam

Wek endamê Kommunalê, alîkarî ji bo pêşdebirina te û karê te ji te re tê pêşkêş kirin. Şîretên pisporan derbarê pîşeya te û alîkarî heger bûyerek biqewime ji te re tên pêşkêş kirin. Her weha temînata xanîyî û temînata qeza û bûyerê yên herî baş di bazarê de di nav endambûnê de hene.

Tu dixwazî bibî endam yan pirseka te li ser endambûnê heye? Tu bi rêya telefona 010-442 70 00 têkilîyê bi me dikî.

Dela sidan

Kontakta Kommunal

Har du frågor om medlemskap eller behöver du hjälp i något som rör ditt arbetsliv? Ring, så hjälper vi dig!

010-442 70 00Öppettider och andra kontaktvägar